TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî konferansa Moskowê operasyona Talîbanê: 17 çekdar hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 23 adar 2021 00:47

PeyamaKurd – Di encama operasyoneke artêşa Afganistanê de, li parêzgeha Qendeharê 17 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniya Afganistanê ragihand ku operasyon li parêzgeha Qendehar hatiye kirin û di encamê de 17 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Wezaretê daye xuyakirin, 15 bombeyên ku Talîbanê li ser rêyan çandibûn jî hatin pûçkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ev operasyon piştî konferansa hevdîtinên aştiyê yên navbera Hikûmeta Afgan û Tevgera Talîbanê de pêk tê ku 18 Adarê li Moskowê bi beşdariya hikumeta Afgan, Talîban, Rûsya, nûnerên Amerîka, Çîn, Pakistan, Tirkiye û Qeterê civiyabûn.

Roja konferansê jî Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, dîplomatê Fransî Jan Arno wek nûnerê xwe yê Afganistanê eşkere kiribû.

Parve bike: