TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî lûtkeya çaralî daxuyaniya çapemeniyê

📅 28 cotmeh 2018 00:54

PeyamaKurd - Piştî lûtkeya çaralî ya li ser Sûriyeyê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Erdogan, Putîn, Macron û Merkelê hat kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan: "(Civîna Sûriyeyê) Daxwaza me ew e ku civîna me  û biryarên me di civînê da hildan ji birayên me yên ji Sûriyeyê ra bi xêr bin."

Erdogan: "Armanca me ew e ku li qadê agirbesteke mayînde çêbe, bi cî were û xwîna dirijê bê sekinandin."

"Em mitabiq man ku alîkariya mirovahiyê ya didin gelê Sûriyeyê were domandin."

"Me got ku gorî şert û mercan pêvajoya avakirina Komîteya Destûra Bingehîn di demeke kurt da bên temamkirin."

 

Serokkomarê Fransayê Macron li pirseke pêşeroja Esed de diyar kir: "Der barê Sûriyeyê da biryar ne di destê me de ye, lê ji bona ku xelk pêşeroja xwe diyar bike em dikarin bibin alîkar ku şert û merc çêbin."

Macron: "Lazim e em çarçoveyeke makezagonî ava bikin û ji bo ku Sûriyeyî bikaribin pêşeroja xwe tayîn bikin, şert û mercan ava bikin."

 

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, nêzîkbûna me ya li ser mijarê her çiqas cuda be jî me kariya bigihên rêkeftinekê û ragihînin.

Merkel, ne tenê eskerî divê çareseriyeke siyasî jî bê dîtin.  Divê komîteya destûrî û hilbijartin bên kirin, bo vegera mirovan çareseriya siyasî pêwist e.

Parve bike: