TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî reva serok li Srî Lanka rewsa awarte hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2022 19:02

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî reva serokê Srî Lankayê ji welat, rewşa awarte hat ragihandin û li şûna wî jî serokwezîr Ranil Wickremesinghe wek serokê dewletê hat erkdarkirin.

AFPê ragihandiye ku piştî serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji welatê xwe reviya, li Srî Lankayê rewşa awarte hat ragihandin û serokwezîr Ranil Wickremesinghe wek serokê dewletê hate erkdarkirin. 

Serokê Encûmena Nûneran bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Srî Lankayê Ranil Wickremesinghe li şûna Botabaya Rajapaksa wek serok hate erkdarkirin.

Berdevkê serokwezîr Dinoc Columbag li ser mijarê got: "Madem serok ji welat derket, me li welêt rewşa awarte ragihand."

Li aliyê din, xwepêşandêr dixwazin serokwezîr Ranil Wickremesinghe jî îstifa bike.

Parve bike: