TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî serkeftina Îmamoglu li Stenbolê pîrozbahî dest pê kirin

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2019 00:30

PeyamaKurd - Piştî ku li gorî encamên nefermî eşkere bû ku Ekrem Îmamoglu wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê hatiye hilbijartin, alîgirên Îmamoglu li kuçe û meydanên Stenbolê dest bi pîrozbahiyan kirin.

Bi taybet li navçeyên wekî Beşîktaş, Bakirkoy û Kadikoyê û gelek deverên din hê ku piraniya sindoqan nehatibûn vekirin, hemwelatiyan serkeftina Îmamoglu li kuçeyan pîroz kir. Tê çaverêkirin derengiya şevê jî pîrozbahiyên serkeftina Îmamoglu berdewam bikin.

— Yol TV (@YolTV) June 23, 2019

Îmamoglu di hilbijartinên 23yê Hezîranê yên hatine dubarekirin de, ferqeke bi qasî 800 hezar dengan li pêş e ku di hilbijartina 31ê Adarê de ew ferq bi qasî 13 hezaran derketibû.

Li gorî amarên dawî rêjeya dengan wiha ye:

Sindoqên vebûne: 99%

Îmamoglu: 54,03%

Yildirim: 45,09%

Ferqa dengan: 777 hezar û 581

Parve bike: