TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî Tirkiyê Misirê jî heyeteke bilind sand Libyayê

Admin H
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2020 22:09

PeyamaKurd – Piştî ku Tirkiyê bi seroktiya Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar ji bo piştevaniya hikûmeta Wîfaqê şandeke bilind şand Libyayê, hat ragihandin ku welatê Misirê jî şandek bo piştevaniya Artêşa Niştîma ya girêdayî General Xelîfe Hefter ber bi Libyayê ve bi rê kir.

Li gorî zanyariyan di nav şanda Misirê de cîgirê wezîrê derve û cîgirê serokê îstixbaratê jî cî digire.

Hêj derbarê wê serdanê de ji aliyê hikûmeta Misirê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezîrê Tirk Hulusî Akar di serdana xwe ya Terablusê de gef li hêzên Hefter xwaribû û gotibû, heger êrîşek bê kirin ew dê armancên wan hedef bigirin.

Parve bike: