Pizişkiyan li ser êrîşên ser tesîsên enerjiyê daxuyanî da
PeyamaKurd - Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan diyar kir ku êrîşên li ser binesaziya Îranê "dikarin bibin sedema encamên bêkontrol ku bandorê li tevahiya cîhanê bikin."
Pizişkiyan îro li ser medyaya civakî derbarê êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê de daxuyanî da.
Pizişkiyan diyar kir ku ew "bi tundî şermezar dike" hedefgirtina binesaziya enerjiyê ya Îranê û got, "Kiryarên wiha wê bi tu awayî sûdê nedin dijminê Amerîkî û Siyonîst û piştgirên wan."
Mesûd Pizişkiyan diyar kir ku lêdana binesaziya enerjiyê ya Îranê wê rewşê bêtir tevlihev bike û got, "(Êrîş) dikarin bibin sedema encamên bêkontrol ku bandorê li tevahiya cîhanê bikin."
Operasyona hewayî ya hevbeş a ku ji hêla Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ve li dijî Îranê roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026an, dest pê kir, aloziyên li herêmê gihandiye asta herî bilind.
Ji bo tolhildana van êrîşan, Îranê moşek avêtin Îsraîlê û baregehên leşkerî yên Amerîkî li welatên herêmê hedef girtin.