TR KU SO
FB X
Cîhan

Pizişkiyan li ser mirina Larîcanî: Tolhildaneke tund li benda sûcdaran e

Admin L
Nivîskar
📅 18 adar 2026 12:59

PeyamaKurd - Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan piştî mirina Elî Larîcanî peyamek sersaxiyê weşand û diyar kir ku "tolhildaneke tund" li benda sûcdarên êrîşê ye.

Di peyama xwe ya ku roja Sêşemê 18ê Adara 2026an de hat weşandin de, Pizişkiyan got, "Kuştina birayê min ê ezîz û delal, Dr. Elî Larîcanî, me xist nav xemgîniyeke kûr. Ew kesayetiyekî navdar û hêja bû ku di dîroka Komara Îslamî de di gelek eniyan de xizmetên mezin pêşkêş kir û serkeftinên mezin bi dest xist."

Serokê Îranê bi bîr xist ku bi salan di dema Sekreterê Meclîsa Şêwirmendiya Îslamî û dû re jî Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî de bi Larîcanî re xebitiye û tekez kir ku wî ji bilî "xêrxwazî, xebat, hevkarî û pêşbînî" tiştek din ji wî nedîtiye û dagirtina valahiya ku wî li dû xwe hiştiye wê pir dijwar be.

Pizişkiyan peyama xwe bi hişyariyek tund ji bo kesên ku êrîş pêk anîne bi dawî kir û got, "Bê guman, tolhildanek pir tund li benda sûcdarên vê êrîşê ye."

Parve bike: