Plan dikin mosekên krûzê bifrosin Rûsyayê
PeyamaKurd – Hindistan armanc dike, piştî bidawîbûna şerê Ukraynayê moşekên krûzê yên BrahMos bifroşe Rûsyayê.
Şîrketa pîşesaziya parastinê ya BrahMos Aerospace ku navenda wê li Hindistanê ye, di daxuyaniyekê de got, niyeta wan heye ku moşekên keştiyê yên pêşketî BrahMos bifroşe Rûsyayê.
Rêvebirê Kompanyayê Atul Dînkar Rane got, bi bidawîbûna şerê li Ukraynayê re, ew ê karibin fermana moşeka keştiyê BrahMos a hewayî ji Rûsyayê werbigirin. Hat diyarkirin menzîla moşeka BrahMos a ku ji hewayê hatiye avêtin 450 heta 500 kîlometre ye.
Hindistana ku bi taybetî di warê pîşesaziya berevaniyê de bi Rûsyayê re hevkariyê dike, bi welatên rojava û bi taybetî bi Amerîkayê re jî têkiliyên nêzîk hene. Tê diyarkirin ku Hindistan hewl dide hevsengiyê di navbera aliyan de biparêze.