Cîhan
Polanda: Belarûs koçberan li dijî me bi kar tîne
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Polandayê Lukasz Jasina di derbarê koçberên li ser sînor diyar kir; Belarûs koçberan li dijî Polandayê bi kar tîne, kesên diçin Polandayê divê bi rêya vîze û balafirgehê biçin, ne ji daristanên Belarûsê.
Lukasz Jasina li ser koçberên ku li aliyê Belarûsê ne daye zanîn: “Divê Mînsk hevkariya me bike, da ku em alîkariyên mirovî bigihînin, Polanda dixwaze alîkariya koçberên li hêla Belarûsê bike.”
Jasina eşkere kiriye: “Em ji koçberan re dibêjin ku tika ye bi rêya daristanên Belarûsê neyên Polandayê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, demek e bi sedan koçber li deverên sînorî yên navbera Belarûs û Polandayê asê mane, Polanda û Yekîtiya Ewropayê red dikin ku wan koçberan weke penaber werbigrin.