TR KU SO
FB X
Cîhan

Polêsên girêdayî Tirkan li Efrînê dest bi wezîfê kirin

📅 26 gulan 2018 23:19

PeyamaKurd - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê dagir kirin 620 polêsên girêdayî Tirkan bi navê polêsên Sûriyeyî dest bi wezîfeyê kirin.

Polêsên ku bi tevkariya Serokayita Akademiya Polêsan hatin perwerdekirin li navenda Efrînê bi merasimê sond xwarin.

Di qada asayîş, trafîk û têkoşînê de polês hatin perwerdekirin û wê li navenda Efrînê di avahiya Midûriyeta Ewlehiyê de kar û barên xwe birêva bibin.

Polês wê li deverên ku Artêşa Tirkiyeyê dagir kirin wezîfeyê bikin

Parve bike: