Cîhan
Polîs mudaxeleyî çalakiya grûba li dijî NATOyê kir
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Eskişehirê grûba ku xwest li dijî NATOyê bê îzin çalakiyan bike, polîs mudaxeleyê wan kir û 35 kesan xist bin çav.
Çalakî, li ser kolana İki Eylülê çêbû. Çalakî seet li dora 18.30an de çêbû. Ji ber îzna fermî ya grûbê nebû, ewilî grûb xwest ku ragihandina çapemeniyê bike lê polîs nehişt. Di navbera wan de birin û anîn çêbû.
Polîs li dora 35 kesan bi kelepca ters kelebçe kir û wan siwarê otobusê kir. Lêpirsîna polîs li ser çalakiyê dewam dike.