Cîhan
Polîsê Alman DAISiyên Tirk desteser kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Polîsên Alman, 2 ji wan regez Tirk 3 DAIŞiyên ku amadekariya êrîşan dikirin, desteser kirin.
Polîsên Alman li bajarê Offenbachê 2 ji wan xwedî rezgeznameya Tirkiyê 3 DAIŞiyên ku amadekariya êrîşên bombeyî dikirin binçav kirin.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye DAIŞiyan wekî karteke şantajê li dijî welatên ewropî bikar tîne ku rêveberiya Tirkiyê biryar daye hemû DAIŞiyên welatên biyanî bi ser wan welatan de bişîne û proseya şandinê jî doh dest pê kiribû.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî çend roj berê gotibû, "Tirkiye ne otela DAIŞîyan e."