TR KU SO
FB X
Cîhan

Polîsê Arjantînê 4 hevwelatiyên Îranê desteser kir

Admin L
Nivîskar
📅 12 tebax 2022 16:37

PeyamaKurd – Bi gumana endambûna saziya terorîstî ya Spaha Pasdaran a, polîsê Arjantînê 4 hevwelatiyên Îranê desteser kir.

Rayedarên dewleta Arjantînê, 4 hevwelatiyên Îranê ku tev ji wan xwediyê pasaportên sexte yên welatê Fransayê bûne, bi gumana endambûna saziya terorîstî ya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê desteser kirin.

Li gor rapora rojnameya “Thomas Edison” ya Buenos Aires, ev girtiyên xelkê Îranê xwe weke hevwelatiyên resen ên Iraqê dabûn naskirin, lê li balafirixaneya navneteweyî ya “Buenos Aires”ê pasaportên wan ên sexte eşkere bû û polîsên Arjantînê jî demildest ew desteser kirine.

Di berdewamiyê de rojnameya “Thomas Edison” ya “Buenos Aires” diyar kiriye, mebesta rêwîtiya wan 4 endamên Spaha Pasdaran ji bo Holandayê ragihandiye û ev yek jî eşkere kiriye ku, birêveberên wan hewl dabûn ku wan bo cihên din veguhasin da ku wiha bikarin pêşî ji binçavkirina wan bigirin, lê serkevtî nebûn.

Rojnameya “Thomas Edison” herwiha eşkere kiriye, ev balafira ku ev 4 hevwelatiyên Îranê bi vê rêyê derbasî vî welatî bûne, destûra destbiserdegirtina vê du meh berî niha ji aliyê dadwer “Vilna” li balafirxaneya navneteweyî ya “Ezeiza” hatibû ragihandin û Civata Cihûyên Arjantînê jî ji ber metirsiya kiryarên terorîstî yên wan endamên Spaha Pasdaran û vê balafirê li dadgehên Arjantînê, li dijî wan sikala tomar kirine.

Parve bike: