TR KU SO
FB X
Cîhan

Polîsê Brîtanyayê lêpirsîn derbarê Esma Esed de da destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 14 adar 2021 19:35

PeyamaKurd - Rojnameya Sunday Times a Brîtanî ragihand ku Polîsê Londonê lêpirsînek derbarê hevsera Serokê Sûriyê Beşar Esed, Esma Esed de daye destpêkirin ku li welatê xwe bi handana ‘kiryarên terorîstî’ tê tohmetbarkirin.

Rojnameya Sunday Times îro Yekşemê di raportekê de diyar kir, lêpirsîneke destpêkî derbarê hevjîna Serokê Sûriyê Esma Esed de vebûye û dibe ku regeznameya brîtanî ji Esma Esed a ku bixwe welatiya Brîtanyayê ye jê were standin.

Rojnameyê ragihand, destpêkirina lêpirsîna destpêkî ya li dijî Esma Esed piştî ku rêxistina Guernica 37 a parêzerên navneteweyî hinek delîl pêşkêş kirine, “diçespînin ku destê Xanima Yekem di desthilata Sûriyê de heye û piştevaniya eşkere li hêzên çekdar ên Sûriyê dike.”

Rojnameyê ji Berdevkê Polîsan piştrast kiriye ku di 31ê Tîrmeha sala borî de daxwaznameyek wergirtine da ku dozekê derbarê aloziya Sûriyê de vekin û ew doz hîna di qonaxa lêkolînê de ye.

Rojnameyê diyar kiriye ku nayê pêşbînîkirin hevjîna Serokê Sûriyê ji bo darizandinê bigihîje Brîtanyayê û ne diyar e ka dê rayedarên darazê yên Brîtanyayê darizandina wê bi nebûna wê berdewam bikiny an na.

Sunday Times daye zanîn, dibe ku înterpol "bultena sor" derxe û rê nede Esma Esad ji Sûriyê derkeve, bêyî ku gefa girtinê li ser hebe.

Parve bike: