Cîhan
Polîsê leskerî yên rûsî li Serakibê dewriye gerandin
PeyamaKurd - Polîsê leşkerî yên rûsî, li Serakib a Îdlibê ku di demên dawiyê de şer û pevçûn lê diqewimin, dewriye gerandin.
Li gorî nûçeyên medya rûsî, polîsê leşkerî yên rûsî, li parêzgeha Serakib a Îdlibê ku di demên dawiyê de şer û pevçûnên dijwar lê diqewimin û li rêya serekî ya M5ê dewriye gerandin.
Ji bo ewlehî û seqamgeriya Serakibê hêzên piştgir hatin sewqkirin.
Dewriyeya polîsê leşkerî yê Rûsyayê di roja duyemîn de bi awayekî asayî û bêpirsgirêk berdewam kir.