TR KU SO
FB X
Cîhan

Polonya: Leskerên Wagnerê nêzî sînor pêsde diçin

Admin M
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2023 23:53

PeyamaKurd – Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ragihand ku wan agahî sitendiye ku leşkerên Wagnerê nêzî sînorê Belarûsê di herêmekî de pêşde diçin. Morawiecki got ku rewş bêhtir talûke û tehdîdkar dibe.

Li gor ragihandina serokwezîrê Polonyayê jimara leşkeran li dora 100 kesaye û nêzî sînorê Polonyayê ne.

Morawiecki ji bo ajansa Polonyayê PAPê gotiye ku di ser sed leşkeran de li Belarûsê li nêzî bajarê Grudno ber bi korîdora Suwalkî de dimeşin. Li gor serokwezîr; leşkerên Wagnerê cilên memûrên parastina sînor li xwe kirine û dibe ev kiryar ji bo koçberan alîkariyê bikin da sînorê Polonyayê derbas bikin. Bajarê Grudno ji sînorê Polonyayê 15 km dûr e.

Parve bike: