Cîhan
Pompeo bi heyetên Afxanistan û Talîbanê re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo li ser pêvajoya aştiyê ya Afxanistanê biaxife bi heyetên Afxanistanê û Talîbanê re civiya. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Amerîkayê li payîtexta Qatarê li Dohayê bi serokê buroya karên siyasî yê Talîbanê Mela Birader re û serokê heyeta muzakereyan re hevdîtin kiriye.
Pompeo bi heyeta Afxanistanê re jî civiya û wesiyeta dewama hevdîtinan kir û pesnê wan di pêşdeçûnên çareseriyê de da. Behsa kêmkirina şiddetê, nexşerêya siyasî, agirbesa mayîn de kirin û Pompeo got ku 40 sale li Afxanistanê şer heye û mafê wan e ku di ewlehiyê û rihetiyê de bijîn.