TR KU SO
FB X
Cîhan

Pompeo bo bazirganiya bi Îranê re ragihand

Admin M
Nivîskar
📅 02 hezîran 2019 01:16

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi sedema seredana fermî bo Almanya li Berlînê bo çapemeniyê di mijara Îranê û bazirganiya pêre axaftin kir. Di mijara INSTEX ê de ku sîstema Awrûpa bo Îranê daniye weha got:

“Dema em li INSTEX ê dinêrin, eger hedefa wê di bazara Îranê de gerandina malên ku îzna wan heye be, ev nabe pirsgirêk.”

Pompeo li Berlînê bi wezîrê karên derve yê Almanya bi Heiko Maas re civîneka çapemeniyê lidarxist. Pompeo bo malên bo Îranê tên firotin got ku malên ku di dorpêçê de qedexe û ne qedexene hene.

INSTEX bo derman û xidayan hatibû avakirin. Tevî ku di meha 1 ê de hat avakirin jî bi sedema zora Amerîka heya niha naxebite.

Parve bike: