TR KU SO
FB X
Cîhan

Pompeo: Delîlên ku vîrus ji laboratûareke Çînê derketiye hene

Admin H
Nivîskar
📅 04 gulan 2020 02:51

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro 3yê Gulanê di hevpeyvîneke ligel ABC Tv ya Amerîkî de derketina vîrusa koronayê bi laboratuareke enstîtuya  vîrusan a li Wuhan ve girê da û got: "Delîlên mezin hene ku her tişt ji wê derê dest pê kiriye.”

Pompeo di berdewamê de da xuyakirin, “Destpêkê me gotibû ku ev vîrus ji bajarê Wuhan a Çînê derket. Li cem Çînê lîsteya kesên ku li cîhanê bi vîrusê ketine heye, herwiha lîsteya laboratuarên ku bersiva pîvanên tê xwestin nadin, hene. Ev ne cara yekemîn e ku ji ber şaşîtiyên labratuarên Çînê cîhan rûbirûyî vîrusekê dimîne."

Pompeo got, "Em dikarin piştrast bikin ku Partiya Komunîst a Çînê her tişt kiriye da ku cîhan nizane çi di wextê guncaw de diqewime. Li ser vî tiştî gelekî delîl hene, hin jê eşkere û zelal in."

Pompeo herwiha diyar kir:  "Me daxuyaniyên wan dîtin, me dît çawa rojnamevan qewitandin. Me dît çawa bijîşkên di nava Çînê de bêdeng kirin. Herwiha nehiştin ku bijîşk raporekê derbarê vî tiştî de bidin. Ev rêbazên Partiya Komunîst e."

Serokê Amerîka Donald Trump jî roja Pêncşemê gotibû, wî delîl dîtine ku îsbat dikin koronavîrus ji laboratuarên enstîtuya vîrusan a li bajarê Wuhanê derketiye û diyar kiribû ku wê belavbûna pandemiyê bibe sedema binketina Çînê.

Parve bike: