Cîhan
Pompeo: Em ê bersiva her êrîsê li Iraqê bidin
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku her êrîşa ku were ser baregehên Amerîkayê an sefaretên Amerîkayê yên ku li Iraqê ne, wê bersiva wan êrîşan bidin. Di demên dawiyê de gelek êrîş diçin ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê. Pompeo got ku xelkê hinek dewletan ji birsê dimrin lê ew hêjî dewam dikin hilberîna bombe û sîlihan dikin û weha dewam kir:
“ Êrîşên ku werin ser hemwelatiyên me û sefaretên me, wê bersiv bo wan bê dayîn. Di mijara koronavîrusê de dibêjim ku ew mijareka miroviye. Me pêşniyara alîkariyê bo Îranê, Venezuelayê û Kore ya Bakûr kiriye. Lê em bo alîkariyê bo xelkên wan welatan, ji hukumetên wan bêhtir dikin.