Pompeo ji Ebdulmehdî xwest ku rê li ber êrîsan bigire
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di pêywendiyeke telefonî de li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebulmehdî êrîşa alîgirên Heşda Şeibî bo ser balyozxaneya Amerîkayê protesto kir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, Mike Pompeo bi telefonê li gel Adil Ebdulmehdî axiviye û bi tundî êrîşa roja 31 Berfanbara 2019ê ya milîsên ser bi Îranê ve ya li ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê protesto kiriye.
Pompeo herwiha ji Adil Ebdulmehdî re gotiye ku erkê hikûmeta Iraqê ye parêzgariyê ji navendên dîplomatîk ên li Iraqê bike, û daxwaz jê kiriye ku rê li ber êrîşên bi wî awayî bigire.
Pompeo: Em Iraqeke azad û serbixwe dixwazin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê daye xuyakirin, ku ew Iraqeke azad û serbixwe dixwazin û tekez kiriye ku Amerîka bi serokatiya Donald Trump kar dike ji bo bidestxistina wan armancan li Iraqê.
Mike Pompeo herwiha bi telefonê li gel her yek ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahi, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Miheme el Tanî axiviye.
Mike pompeo bo çavdêrîkirina rewşa Iraqê serdana xwe bo çend welatan hilweşandiye û dê li Washingtonê bimîne.
Popeo ji ber metirsiya terorê û revandinê û şerê navxeyî hişyari dan hemwelatiyên Amerîkayê
Li aliyekê din, Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwazê ji welatiyên xwe dike ku ji ber metirsiya terorê û revandinê û şerê navxeyî serdana Iraqê nekin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye gotin, ku grûpên milîsên li Iraqê metirsî ne li ser berjewendiyên welatên rojavayî li hemû cihên Iraqê .
‘Ji bo karûbarên vîze û xizmetguzariyan Balyozxaneya Amerîka ya li Hewlêrê vekirî ye’
Roja Çarşemiyê jî Amerîkayê tevahiya karên dîplomasî yên balyozxaneya xwe li Bexdayê rawestandiye û ragihandiye ku balyozxaneya Amerîka ya li Hewlêrê vekirî ye û dê karûbarên vîze û xizmetguzariyan bo welatiyên Amerîkayê pêk bîne.