Cîhan
Pompeo serdana 5 welatên Ewropayê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di navbera 11-15ê Sibatê de, derdikeve geşta welatên Ewropayê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê Wezîr Pompeo derkeve geşta Ewropayê û yekem serdana xwe jî 11ê Sibatê li paytexta Macaristan, Budapeşteyê pêk bîne.
Hat ragihandin ku dê Pompeo piştre jî serdana Slovakya, Polonya, Belçika û Îzlandayê bike û bi karbidestên pilebilindên wan welatan re bicive.
Pomepo herwiha li Brukselê bi Nûnera Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherinî re jî bicive ku mijara krîza siyasî ya Venezuelayê yek ji mijarên girîng ê vê serdanê ye.