Cîhan
Pompeo vê heftiyê serdana Rojhilata Navîn dike
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mîke Pompeo, bêyî wext lê herê dest bi xebatên xwe kir û vê heftiyê derdikeve bo serdana Rojhilata Navîn.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek da û ragihand ku Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo vê heftiyê derdikeve bo serdana Rojhilata Navîn di çarçoveya seferê de wê serdana Erebistana Siûdî, Urdun û Îsraîlê bike.
Wek ku tê zanîn erka Pompeo ya wezîrtiyê ji aliyê Senatoyê îro hatibû pesendkirin.