Pompoe: Ez dibêjim wê peyman biserbikeve
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo hevdîtina li Ankarayê ya di navbera wan û Tirkiyê de got ku sozên Ankara daye wê biserbikeve. Pompeo dema ji Tel Avîva Îsraîlê bo Belçîkayê Buriukselê diçû, di balafirê de bersiva pirsên peyamnêrê Politico yê dida. Pompeo got ku li bakûrê Sûriyê hêzên bê ser û ber hene. Ez tam nizanim ew çine. Lê ew bawere ew sozên ku li Ankara hat dayîn, wê biserbikevin.
Hêzên HSDê yên ku li her dû herêmane, em dibihîzin ku vedikişin. Bi wê sedemê em dikarin bêjin bingeha peymanê tê cîh. Peopeo weha dewam kir:
“Hun dixwazin ku ev Peyman bi awayeke bilez, zelaltir û hêsantir were cîh. Lê divê em bixebitin. Divê em bawer bin ku peyman tê cîh, divê bê şopandin û bera jî divê em piştrast bin ku şertan tînin cîh.”