Cîhan
Proseya hilbijartinên encûmenên xwecihî yên Sûriyê bi dawî bû
PeyamaKurd – Şeva derbasbûyî proseya cudakirin û hejmartina dengan a hilbijartinên encûmenên xwecihî yên Sûriyê bi dawî bû.
Li gor Serokê Komîteya Dadwerî ya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyê Cîhad Murad diyar kir, di saet 21:00ê şeva derbasbûyî proseya dengdanê ji bo hilbijartinên encûmenên xwecihî bi dawî bû.
Zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan da zanîn, proseya hejmartina dengan li hemû parêzgehan destpê kiriye û berdewam e.
Di berdewamiyê de eşkere kir, dengdana ji bo hilbijartinên encûmenên xwecihî yên Sûriyê, do Yekşemê di saet 07:00ê sibehê de destpê kir.
Herwiha dema dengdanê heya 19:00ê êvarê bû lê Komîsyona Hilbijartinan dema dengdanê 2 saetan li hemû navendan dirêjtir kiribû.