Protestoyên li hemberê heqareta li Hz. Muhammed dewam dikin: 2 kustî û 10 birîndar
PeyamaKurd – Li Hindistanê li bajarê Rançiyê li ser gotinên berdevkê partiya Gel Nupur Şarma û serokê BJP ê Navin Kumar Jindal ku di derbarê Hz. Muhammed de gotinên nexweş serfkirin, xwepêşnadanên protestoyî hatin kirin û di encamê de 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li ser gotinên her dû kesên navên wan li jor buhurî, xelk daket kolanan û çalakiyên xelkê dewam dikin. Polîs ragihand ku dermankirina deh kesên ku birîndar bûn di nexweşxanê de dewam dike. Rêvebir ragihandin ku di pevçûna navbera xelkê û polîsan de gelek polîs birîndar bûne.
Li gelek deverên Hindistanê bûyer dewam dikin û di çalakiyên li eyaleta Ûttar Pradeşê de, di ser sedî de kes hatin girtin.
Berdevkê partiya gel ya serokwezîrê niha yê Narendra Modi yê bi navê Nupur Sharma, tevlî bernameyekî tv yê bûbû û gotinên nexweş di eleyhiya Hz. Muhammed û jina wî Hz Ayşe de gotibû. Ji ber Şarma ola Îslamê kêm xistibû ji partiyê hatibû îxrackirin.