TR KU SO
FB X
Cîhan

Protokola Îsveçê ya tevlîbûna NATOyê di komisyona karên derve ya TBMM de qebûl bû

Admin M
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2023 01:40

PeyamaKurd – Daxwaznama qanûna protokola tevlîbûna Îsveçê ya ji bo endamtiya NATOyê di komisyona karên derve ya TBMM de qebûl bû. Di teklîfê de AK Parti, MHP û CHP di leha qanûn de dengan dan lê İYİ Parti û Partiya Saadetê red kirin. Partiya DEMê tevlî dengdanê nebû.

Protokola ku Komîsyonê qebûl kir, wê di 16 ê Çile de here celsa giştî ya meclisa Tirkiyê da li serê munaqeşe bikin û bixin ber dengdanê.

Serokwezîrê Îsveçê Tobias Billström, bi dilxweşî pêşwazî kir.

Parve bike: