TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin bi Aliyev û Pasinyan re axifî

Admin M
Nivîskar
📅 15 mijdar 2020 05:03

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Valdimir Putin bi rêya telefonê bi serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev û bi serokwezîrê Ermenistanê bi Nikol Paşinyan re axifî. Li devera Qerebaxê ku Azerbeycan û Ermenistan li serê lihev nakin û şer kirin, li gor peymana 8 ê mehê  dewriyeyên Rûsyayê îro dest bi gera xwe kirin.

Li gor ragihandina beşa çapemeniyê ya Kremlînê; li ser bicîhanîna peymanê, her sê lîder axifîne. Her weha Putin ji serokê Azerbeycanê Aliyev daxwaz kiriye ku li dêrên deverê miqatebe da zerar negihê wan û bi taybetî bo wan xesasiyetê nîşan bide.

Li ser daxwazê Aliyev jî gotiye ku wê dêr û berhemên dîrokî hemû bên parastin.

Parve bike: