Pûtîn bi Serokkomarê Misirê Sîsî re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî re li ser rewşa Şerîda Xezzeyê axivî.
Li gor daxuyaniya Koşka Kremlînê, Pûtîn û Sîsî bi telefonê axivîn.
Di civînê de ku rewşa herêma pevçûna Îsraîl û Filistînê hat nirxandin, her du aliyan diyar kirin, ew ji ber qurbaniyên bê hempa yên sivîl ku di nav de bi hezaran zarok û jin di nav de ne, gelekî nîgeran in.
Di hevdîtinê de hat gotin, "Divê di zûtirîn dem de rijandina xwînê bê rawestandin, rehîn bên berdan û alîkariyên mirovî ji bo gelê sivîl ên li Xezzeyê bên kirin." Hat destnîşankirin ku nêzîkatiya Rûsya û Misirê jî ji bo çareserkirina rewşa herêmê bi avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê ku bi Îsraîlê re li ser esasê hiqûqa navneteweyî di nav aramî û ewlehiyê de bijî heye.
Herwiha Pûtîn spasiya Sîsî kir ji bo piştgiriya Misirê di dema derxistina welatiyên Rûsyayê ji Şerîda Xezzeyê.