Cîhan
Putin: Çekdarên li Idlibê derbasî Lîbyayê dibin
PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Valdimir Putin bi seredaneka rojane çû Îtalyayê û bi serokwezîrê Îtalyayê re hevdîtin kir. Putin li wê derê ragihand ku mîlîtanên li Idlib a Sûriyê derbasî aliyê Lîbyayê dibin û lewra ye ku halê Lîbyayê her diçe nexweş dibe.
Serokê Rûsyayê Putin piştî bi serokwezîrê Îtalyayê bi Giuseppe Conte re hevdîtin kir derket ber çapemeniyê û behsa krîza Lîbyayê kir.