TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin, diçe serdana wî welatî

Ruken güler
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2023 18:30

PeyamaKurd- Serokê Beşa Siyaseta Derve ya Serokatiya Qirxizistanê Muratbek Azimbakiyev ragihand ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin dê bi awayekî fermî serdana Qirgizîstanê bike.

Azîmbakiyev di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev serdan dê di 12ê Cotmehê de bê kirin û da zanîn ku Serokomar Sadir Cjaparov û Putin dê li ser rojeva dualî û piralî û mijarên li ser pêşvebirina hevkariyên dualî yên bi sûdmend gotûbêj bikin.

Muratbek Azîmbakiyev diyar kir ku tê plankirin ku Putin beşdarî bernameya pîrozbahiyê ya ku ji bo 20emîn salvegera vekirina Baregeha Esmanî ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf (ASTO) (Bergeha asîmanî ya leşkerî ya Rusyayê) li welêt tê lidarxistin bibe.

Parve bike: