Pûtîn: Divê Îsraîl û Îran bi hev re têkiliyê deyînin
PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya Kremlînê, Vladimîr Pûtîn roja do, (19ê cotmeha 2024an) ji rojnamevanên biyanî re gotiye, “Li ser stûyê Îsraîl û Komara Îslamî ya Îranê erk e ku bi hev re danûstandinan bikin. Em nikarin mudaxeleyî têkiliyên dualî yên welatên rêzdar bikin ku li Rojhilata Navîn rola wan girîng e.”
Serokê Rûsyayê her wiha gotiye: “Rûsya amade ye alîkariya kêmkirina aloziyên navbera Îran û Îsraîlê bike.”
Di berdewama daxuyaniya xwe de aniye zimên ku “Em bi Îsraîl û Îranê re di nava têkiliyê de ne. Têkiliyên me yên bi her du aliyan re li ser esasê baweriyê ye û em gelekî dixwazin ku êrîşên hevdu yên bênavber bi dawî bikin.”
Li gorî heman daxuyaniyê Pûtîn diyar kiriye ku rewş niha gelekî aloz e û “her kes li hêviya êrîşên muhtemel ên Îsraîlê sekiniye.”