Cîhan
Pûtîn: Dorpêç dibin sedema krîzeke cîhanî
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di civîna ligel rayedarên hikûmeta Rûsyayê de, rewşa aboriyê nirxand û li ser dorpêçên ji ber êrîşa ser Ukraynayê li ser wan hatine sepandin got, dorpêç dibin sedema krîzeke kurewî li cîhanê.
Pûtîn di civînê de got ku welatên rojava bi sepandin dorpêçên ser Rûsyayê ziyanê didin berjewendiyên xwe yên netewî û diyar kir, “Ev dorpêç dibin sedema krîzeke berfireh a kurewî li cîhanê.”
Herwiha Pûtîn li ser aborîya Rûsyayê jî da zanîn ku li gorî sala borî bipaş ketiye û bibîr xist, fonên di hesabên welatiyan de kêm dibin û divê asta xeteriyên wiha bê kêmkirin.