Pûtîn: “Eger Amerîka û Îran ser bikin wê felaket çêbibe”
PeyamaKurd- Serokê dewleta Rûsyayê Valadimir Putin ragihand; eger di navbera Îran û Amerîka de şer destpêbike, wê bo herêmê bibe felaket û şereka weha wê di Rojhilata Navîn de şiddetê û koçê zêdetir bike.
Putin di ser weşanên televîzyon û radyoyên welatê xwe, tevlî weşana hevpar bû û pirsên xelkê bersivand. Bernama Puin ku 4 siet zêde dewam kir, tenê karibû bersiva 81 pirsan bide. Putin di bernama xwe de got ku ew amade ne bi Amerîkayê re biaxivin û gelek mijar hene ku divê bên çareserkirin. Putin li ser pirsa şerekî di navbera Îran û Amerîka yê de weha got:
" Eger şerekî di navbera Îran û Amerîkayê de çêbibe, şer dê bo hemû herêmê bibe felaketekî. Encama wê dikare bandorê li Amerîkayê jî bike. Şerekî weha şiddetê û koçberiya Rojhilata Navîn zêdetir bike.”