TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin: Em amade ne, Ukrayna red dike

Ruken güler
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2022 22:00

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, li ser şerê ku di navbera Rusya û Ukraynayê de dewam dike, daxuyaniyek da û ragihand ku Rusya ji bo hevdîtinan amade ye.

Vladimir Putin, di daxuyaniya ku li ser şer ragihand de îdia kir ku Rusya amade ye bi hemû aliyan re li ser pevçûnên li Ukraynayê hevdîtinan bike, bes Ukrayna xwe nade ber hevdîtinan û hevdîtinan qebûl nake.

Serokê Dewleta Rusyayê Putin, rewşa heyî ya şer jî nirxand, got ku

“Ez wisa bawer dikim ku em ber bi hêleke rast ve diçin û em berjewendiyên xwe yên neteweyî, hemwelatiyên xwe û berjewendiyên hemwelatiyên xwe diparêzin. Û tu vebijêrkeke me ya din jî ji bilî parastina hemwelatiyên me, tuneye.”

Parve bike: