Cîhan
Putin: “Em mecbûr man “sîlihên hîpersonîk” çêbikin”
PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku bi sedema di sala 2002an de Amerîka ji peymana fuzeyên antîbalîstîk vekişiya, mecbûr mane ku sîlihên hîpersonîk bipêşbixin. Putin li ser mijarê bi giştî li ser sîlihên bipêşxistine beyan da. Putin got ku berê bo dewletên din sîlihan hildiberandin û daxwazên wan dikaribûn bînin cîh û weha got:
“Rûsya di dîroka xwe ya nûjen de cara ewiliye xwediyê cûreyên sîlihên moderne. Van sîlihan bi qeweta xwe, bileza xwe û ya girîng bi hedefa xwe ve ji sîlihên heyî bêhtir li pêşin. Di dinyayê de ti dewlet niha xwediyên sîlihên weha nînin.”
Putin bibîrxist ku wan fuzeya hîpersonîk ya "Avangard" jî bipêşxistine û ev fuze ji deng 27 car zûtir diçe. Dikare bi jor de û paralel berê xwe biguhêre.