Cîhan
Putin: “Ez amade me bi Biden re roja înê an dusemê biaxifim”
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser nexweşbûna têkiliyên navbera Rûsya û Amerîkayê ragihand ku divê têkiliyên navbera her dû dewletan wisa nemeşe, divê her dû dewlet têkiliyên xwe biparêzin û ew amade ye roja înê an duşemê bi Biden re biaxife.
Duhî Joe Biden bo serokê Rûsyayê Putin gotibû ku Putin qatile lê Putin bersiveka weha dabû Biden:
“Şirovekirina li ser welatekî, dewletekî, xelkekî an kesayetiyan her wekî mirov li eynikê binêre.”
Piştî vê bersiva Putin, bo nermkirina têkiliyên navbera her dû dewletan, Putin ragihand ku ew amadeye bi Biden re biaxife.