Cîhan
Putin ferman da: Rawestin
Ajansa Rûs RIA ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin bo alîkariya mirovahiyê bigihê banliyo ya Xûta ya Rojhilat, her roj siet di navbera 09.00 û 14.00 an de wê êrîşên hewayî bidin rawestandin.
Wezîrê Bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li ser fermana Putin axifî û got bo tehliya sîvîlên Xûta ya Rojhilat wê korîdora mirovî bê vekirin. Şoygu got: “Koordînat amade ne û wê di demeka nêz de bê beyankirin.”
Xûta Rojhilat ji sala 2012an heya niha di bin kontrola muxalifên rejîmê de ye.