Pûtîn hem gef xwar hem jî banga ‘asayîbûnê’ kir…
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ku şerekî dijwar li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, îro 4ê Adarê piştî pêwendiye telefonî ya ligel Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenkoyê hevpeymanê xwe, banga asayîbûnê kir.
Pûtîn di daxuyaniya xwe ya ser televizyonê de bang li welatên cîranên Rûsyayê dike, tansîyonê bilind nekin û pêwendiyên xwe yên ligel Rûsyayê jî xirab nekin.
Pûtîn got: "Ji bo cîranan niyeteke xirab nîne. Herwiha pêşniyar li wan dikim rewşê mezin nekin û ti astengiyan dernexin. Em hemû berpirsiyariyên xwe bicih tînin û em ê bînin.”
Pûtîn herwiha bibîr xistiye ku ew paşde gav navêjin û dibêje; “Her çiqas zehmet be jî emê pêşve biçin. Her çar aliyê welat; li Baltik, Artîka û herêmên Rojhilata Dûr binesaziya lojîstîk û gihandinê xurt bikin.”
Di berdewamê de jî Pûtîn gef xwar û got: “Heger hinek nexwazin hevkariyê bi Rûsyayê re bikin, her çi erk derkeve pêşiya me emê pêk bînin û bi ser bikevin, lewra em dibin xwedî ezmûnên nû.”