TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn ji Biden re: Ger me di ser de winda kiriye, were em pancake bixwin

Admin L
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2023 13:35

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn piştî navbereke dirêj çû Çînê. Dema mirov li bernameya Pûtîn dinêre, xuya dibe ku serdaneke berfireh bo Çînê hatiye plankirin.

Pûtîn di lûtkeya Belt and Road li Pekînê de axivî û got, moşekên hîpersonîk tedbîrek parastinê ye li hember zêdebûna tansiyonê li Rojhilata Navîn.

Ji bilî vê, Pûtîn ji rastiya ku Amerîkayê moşekên ATACMS dane Ukraynayê hez nekir.

Serokê Rûsyayê bi dengekî pêkenok bersiva daxuyaniya hevtayê xwe yê Amerîkî Joe Biden ya ku gotibû "Rûsya di şer de winda kir" da.

Pûtîn got, "Ger me di şer de winda kiriye, bila were vir  em pancake bixwin û çayê vexwin."

Vladîmîr Pûtîn di sala 2018an de bi serokê Çînê Xi Jinping re vîdyoyek bi navê dîplomasiya pancake hebû.

Dîplomasiya pancake çi ye?

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Çînê Xi Jinping têkiliyên nêzîk hene. Rûsya û Çîn, du endamên hêzdar ên eniya dijî-Amerîka, gelek caran tên cem hev.

Pûtîn di sala borî de demeke kin berî ku dest bi dagirkirina Ukraynayê bike, li Pekînê ma.

Her du serokan di sala 2018an de jî bûyerek îmze kirin ku wekî dîplomasiya pancake ket nav lîtareturê.

Pûtîn û serokên Çînê hatin cem hev û pancake amade kirin.

 
Parve bike: