TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin: Ji bilî yên ku hikûmet wan dixwaze, pêwîst e hemû hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin

📅 14 cotmeh 2019 14:11

PeyamaKurd - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin got pêwîst e hemû hêzên biyanî ji Sûriyê dervekin û tenê yên hikûmet dixwaze bimînin.

Putin îro Yekşemê (14.10.2019) di bernameyeke televîzyonî ya el-Erebiye de got dive welatên derve hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin, eger hebûna wan bê erêkirina hikûmeta wî welatî be.

Putinî got Rûsya ya ku hebûneke leşkerî ya berbiçav û bingeheke esmanî û yeka deryayî li wir heye, wê derkeve eger serokê Sûriyê Beşar Esed bixwaze.

Putin di axaftina xwe de bi kurtî rexne li Tirkiyê girtin û diyar kir li ser operasyona leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê û got divê welatên din jî rêzê li serweriya Sûriyê bigrin.

Parve bike: