TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê lûtkeya sêalî pêşniyar kir

Admin H
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2026 13:57

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya rojnameya Amerîkî Wall Street Journal, Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin pêşniyar kiriye ku mehê bê ligel Serokê DYAê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping lûtkeyekê sêalî bê lidarxistin.

Armanca vê civînê bidawîanîna Şerê Ukraynayê ye li gorî berjewendiyên Moskovayê.

Zanyarî diyar dikin ku ev pêşniyar di hevdîtina telefonî ya 9ê Cotmehê de di navbera Putin û Trump de hatibû rojevê.

Tê çaverêkirin ku ev lûtke di çarçoveya Civîna APECê de ku di 18-19ê Mijdarê de li bajarê Shenzhen ê Çînê tê sazkirin, pêk bê.

Di derbarê vê civînê de Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ragihand ku peywendî berdewam dikin û got: "Tiştekî zelal li ser rojevê tune ye, lê her sê alî jî îhtimala civîneke wiha qebûl dikin."

Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê DYAê Marco Rubio tekez kir ku peywendî têne te meşandin û anî zimên ku Serok Trump bi awayekî eşkere dixwaze ku şerê li Ukraynayê bi dawî bibe.

Parve bike: