Pûtîn: Mijarên hesas ên herêmê dê bên gotûbêjkirin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya îro ya Moskowê de ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beşdarî vekirina pêşengeha navdewletî ya hewayî MAKS-2019an bû.
Piştî serdana pêşengehê û hevdîtinên şandên herdu welatan Pûtîn û Erdogan civîneke rojnamevanî li dar xistin.
Hevdîtina Pûtîn û Erdogan li demeke ku rejîma Sûriyê li Idlibê di serî de bajaroka Xan Şêxûn a stratejîk û çend herêmên din dixe jêr kontrola xwe ku xala çavderiyê ya artêşa Tirkiyê jî li Morekê hatiye dorpêçkirin pêk tê.
Serokê Rûsyayê li ser hevdîtina xwe ya ligel Erdogan ji bilî balkişandina ser pêwendiyên aborî got, dê di hevdîtinê de mijarên hesas ên herêmê werin gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye, îro dema serdana Erdogan a Rûsyayê dest pê kir, beşa duyem a S-400an gihîşt Tirkiyê. Herwiha di gera pêşengeha hêzên hewayî de jî hat xuyakirin ku Tirkiye ji ber sizayên Amerîkayê yên betalkirina bernameya balafirên F-35an, êdî berê xwe daye balafirên Su-57 û Su-35ên Rûsî ku bikire.