Putin: Ne pêkan e Rusya were têkbirin
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di roja vekirina dibistanan de bi xwendekaran re civiya û di nav axaftina xwe de diyar kir ku ne pêkan e Rusya were tekbirin.
Vladimir Putin, di konferansa navbera xwe û xwendekaran de bal kişand ser rewşa heyî ya Rusyayê û wiha axivî:
"Min fêm kir ku em çima di Şerê Welêt ê Mezin de bi ser ketin. Ne pêkan e ku netewekî bi vî rengî, bi helwesteke bi vî rengî were tekbirin. Em bi tu awayî nayên tekbirin. Em niha jî heman in.”
Li gorî nûçeya AFPê, di konferansa ku 30 xwendekarên herî serkeftî yên Rusyayê beşdar bûn de Vladimir Putin diyar kir ku Rusya dê hewil bide li herêmên Luhansk, Donetsk, Zaporizhia û Xersona yên Ukraynayê 'ewlekariyê bike.'
Her wiha hat diyarkirin ku Putin di konferansê de xwendekar jî teşwîq kirin ku ji leşkerên Rus ên li Ukraynayê re nameyan bişînin û ji bo xendekan torên kamuflajê çêbikin.