TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn serê salê serdana Tirkiyê dike

Admin H
Nivîskar
📅 25 mijdar 2019 21:08

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, ragihand ku biryare Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn nîvê heyva çileya sala 2020an serdana Tirkiyê bike û amadekarî bo wê serdanê têne kirin.

Dimitry Peskov, da xuyakirin ku dê Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê tirk Recep Tayyip Erdogan re beşdarî merasîma vekirina xeta boriya herka şîn a gaza sirûştî bibe û li gorî plana wan dê di nav 10 rojên destpêka meha çileyê de ev serdan pêk were.

Tê çaverêkirin Pûtîn û Erdogan di wê serdanê de bi taybet li ser mijara Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê, birêveçûna rêkeftina Soçiyê û mijarên S-400 û kirîna balafirên Rûsî jî gotûbêjê bikin.

Parve bike: