Pûtîn: Sewqiyata S-400an tê temamkirin û hevkariya bo Sûriyê…
PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên 31ê Adarê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yekem serdana xwe ya derve bo Moskowê kir û bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiya.
Pûtîn piştî hevdîtina 2 saet û 15 xulekan a digel şanda Tirkiyê, di civîna hevbeş a rojnamevanî de got, “Di rojeva me de temam kirina sewqiyata sîstemên parastina hewayî S-400an heye”, Erdogan jî li beramberî van gotinan diyar kir ku ew hêvî dikin rêjeya bazirganî bi Rûsyayê re bigihînin 100 milyar dolaran.
Pûtîn herwiha bal kişand ser hevkariya li Sûriyê ya bi Tirkiyê re û da zanîn, wan biryar wergirtiye wê hevkariyê bipêştir bixin.
Serdana Erdogana li demekê pêk hat ku helwesta Amerîkayê bo kirîna S-400an ji Rûsyayê û îhtimala zêdetir dorpêçan û ketina rîskê ya hevpeymaniya NATOyê di rojevê de ye.
Herwiha dema Erdogan çû Rûsyayê, hîn nîqaşên ser encamên hilbijartinên herêmî berdewam dikirin û partiya Erdogan AKP bi taybet li bajarê Stenbolê ligel serketina CHPê jî dubare dengan dide hejmartin û daxwazên betalkirina hilbijartinên Stenbolê dike.
Erdogan beriya ku biçe Rûsyayê di daxuyaniyên xwe de, encamên hilbijartinên Stenbolê ku namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye nas nekir û got, “Bi ferqeke 13-14 hezaran ti kes nikare bêje ez bi ser ketime.”
Hêjayî gotinê ye, berevajî gotinên Erdogan şeva 31ê Adarê ku encamên hilbijartinan hîn nû dihatin eşkerekirin, rêveberên AKPê di daxuyaniyên xwe de serkeftina Stenbolê ragihandibûn û gotin, wan bi qasî ferqeke 3 hezar dengan şaredariya mezin a Stenbolê qezenc kiriye.