Putin û Erdogan civîna hevpar ya çapemeniyê dikin
PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bo seredaneka fermî bi heyeteka xwe re çû Rûsyayê û bi serokê Rûsyayê bi Putin re civiya. Di civîna her dû serokdewletan de mijarên ku dertên pêş hinek ji wan aşkera bûn.
Zêdekirina hevkariyên di seha teknîkî û leşkerî. Hevkariya mijara Sûriyê wê dewam bike. Îstîqrara bajarê Idlibê mijareka dinê ya hevdîtinaye. Vîza bo ajotvanên profesyonel wê bê rakirin. Mijarên jorê yên ku Putin li ser wan axifî.
Di civîna 8 emîn ya konseya her dû dewletan de mijarên ku Erdoğan li ser wan beyanan da evin:
Heya niha bazirganiya navbera her dû dewletan gihaye 26 mîlyar dolarî. Hedef 100 mîlyar dolare. Li Rûsyayê 1300 karsazên Tirkiyê hene. Avakirina santrala Akkuyu ku ji aliyê Rûsya de tê çêkirin dewam dike. Sala 2019an bo tûrîzma navbera her dû dewletan girîng e.
Li Sûriyê hevakriya her dû dewletan hat gotûbêjkirin. Rêxistinên ku her dû dewlet li Sûriyê naxwazin wê têkoşîna wan bo derxistin an têkbirina wan dewam bike.