Putin û Erdogan li ser dîplomasiya Afxanistanê axifîn
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axifî. Di axaftinê de li ser mijara Afxanistanê, peyamên Talîbanê nerm dîtine lê divê ne li gotinên wan, li tevgerên Talîbanê binêrin.
Her dû lîder li ser balafira Rûsyayê ya agirvemirandinê ku li bajarê Maraşê ketibû bo hev sersaxiyê dan. Her dû alî her weha li ser zêdekirina miqdarê di projeya TürkAkımê de, axifîn.
Erdoğan li ser dewama parastin û birêvebirina balafirgeha Kabîlê, bi Putin re axifî û got eger şert û merc bicîh werin, Tirkiye dikare wî karî bimeşîne. Her weha behsa dewra nû ya li Afxanistanê kirin û xwestin ku pêvajoyekî nerm be, Talîban xetayên xwe yên berê dubare neke, temamê grûbên etnîkî hembêz bike û sozên ku Talîbanê daye bixe pratîkê. Erdoğan got ku divê li hemberê Talîbanê bi nermî tevbigerin û hevdîtina Talîbanê bi kesên ku berê di rêvebiriya Afxanistanê de cîh girtine, girîng e.