TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn û Kazimî li ser çareserkirina krîza Sûriyê û bihayê petrolê axivîn

Admin H
Nivîskar
📅 25 gulan 2020 21:06

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêwendiyeke telefonî pêkanîn.

Koşka Kremlîn a Rûsyayê ragihand, di pêwendiya telefonî ya Pûtîn û Kazimî de, daketina bihayê petrolê û krîza Sûriyê hatiye axaftin.

Herwiha herdu aliyan, li ser çareserkirina krîza Sûriyê û îstiqrara bazarên petrolê biryar dane ku di nav danûstandinê de bin.

Hefteya borî Balyozê Rûsya yê Bexdayê Maksim Maksimov, nameya Pûtîn gihandibû Kazimî û ku Pûtîn ew vexwendibû Rûsyayê.

Parve bike: