Cîhan
Putin û Macron li ser mijara Sûriyê axifîn
PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Putin û serokê Fransayê Macron bi rêya telefonê li ser mijara bakûrê Sûriyê axifîn. Ragihandin ji aliyê Kremlînê de hat kirin. Di axaftinê de behsa lihevkirina Rojava ya ku di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de hatibû kirin ya li Soçiyê hat kirin. Di telefonê de behsa berjewendiyên Tirkiyê û Rûsyayê hat kirin û li ser yekîtiya axa Sûriyê axifîn. Di ragihandina Kremlînê de weha hat gotin:
“Lihevkirina Soçiyê wê îstîqrarê bîne rojhilata Firatê û bo çareseriya mijara Sûriyê bibe alîkar.”
Di telefonê de behsa hevdîtina ku dê li Cenewreyê di 30 yê cotmehê de çêbibe hat kirin ku ew roj civîna Komîta Destûra Sûriyê ye.